Mesrûr Barzanî: Aramiya Kurdistanê bûye sedema zêdebûna hejmara kompaniyên biyanî li pêşangehan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Îlonê li Hewlêrê Şeşemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan vekir û kêfxweşiya xwe bi pêşketina sektora xanûberan a li Herêmê anî ziman.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî ya "X" nivîsand: “Kêfxweş bûm ku îro li Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênanê ya li Hewlêrê, min pêşketina Kurdistanê di sektora xanûberan de dît, ku 280 kompaniyên navxweyî û biyanî tê de beşdar in.”
Herwiha, Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir ku aramiya Herêma Kurdistanê bûye sedem ku sal bi sal hejmara kompaniyên biyanî û welatên ku beşdarî di pêşangehan de dikin, zêdetir bibe.