Mihemed Îsmaîl: Serok Barzanî bi berdewamî berevaniyê li maf û yekîtiya Kurda dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî ne tenê serokê partiyekê ye, lê belê semboleke neteweyî ye ji bo tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê. Îsmaîl tekez kir, Serok Barzanî her dem parêzvanê maf û yekrêziya Kurdan e.

Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl îro 9ê Îlonê ji K24ê re destnîşan kir, nêrîn û felsefeya Serok Barzanî li ser du bingehan ava bûye: Yek, pêkanîna yekîtiya Kurdan ji bo bidestxistina mafên wan ên rewa, û ya duyem, berevanîkirina li hebûna gelê Kurd li her devera ku lê rastî zext û zehmetiyan tê.

Îsmaîl got: "Serok Barzanî xema tevahiya gelê Kurd dixwe, li her cihekî bin. Ew sembola neteweyî ya gelê me ye. Dema ku li her deverekê Kurdek rastî tengasiyê bê, Serok Barzanî hemû hewlên xwe yên siyasî, dîplomatîk û lojîstîk bi kar tîne da ku alîkariya wan bike."

"Bê çareserkirina pirsa Kurd, Sûriya aram nabe"

Derbarê rewşa Sûriyeyê û peyamên Serok Barzanî de, Serokê ENKSê anî ziman ku peyama Serok Barzanî hem ji bo aliyên Kurdî ye, hem jî ji bo hikûmeta Şamê û hêzên herêmî ye. Wî got: "Peyama Serok Barzanî, peyameke aştiyê û pêkvejiyanê ye. Ew tekez dike ku pirsa Kurd li Sûriyeyê pirseke neteweyî ye û divê di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk de, mafên hemû pêkhateyan, di serî de gelê Kurd, bên naskirin."

Mihemed Îsmaîl da zanîn, heta pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê neyê çareserkirin, aramî û ewlehî li wî welatî pêk nayê.

Serokê ENKSê helwesta xwe û tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyeyê jî anî ziman û got: "Li ser bingeha destpêşxeriyên Cenabê Serok Barzanî, me weke tevgera siyasî ya Kurdî, destê diyalog û danûstandinê dirêj kiriye. Em ne li pey şer û destêwerdanê ne. Em dixwazin weke beşek ji pêşeroja Sûriyeyê, bi rêya diyalogê mafên xwe bi dest bixin."

"Pêwîst e Hikûmeta Şamê bi Şandeya Kurdî ya Hevbeş re rûne"

Di dawiyê de, Mihemed Îsmaîl bang li hikûmeta Şamê kir ku guh bide peyamên Serok Barzanî, bi şandeke hevbeş a Kurdî re rûne û pirsgirêkan bi awayekî aştiyane çareser bike, ji ber ku gelê Kurd dest ji mafên xwe bernade. 

Herwiha amaje bi wê jî, nêrîna ku di Konferansa yekrêziya Kurdî de derkertiye, nêrîna piraniya gelê Kurd li Sûriyeyê ye û hemû Kur pê pabend in û piştevaniya wê dike. Da zanîn jî, şandeke hevbeş ji encama wê konferansê hatiye pêkanîn. Hikûmeta Şamê bêyî Kurdan, nikare îdariya welat bike, divê Hikûmeta Şamê bi Kurdan re danûstandinê bike. Mihemed Îsmaîl got jî: “Me heta niha xwe wek opozîsyon nîşan nedaye û me destê xwe dirêj kiriye, pêwîst e Hikûmeta Şamê bi vê şandeya Kurdî re rûne û doza Kurdî di Sûriyeyê de çareser bike.”  

 
 
Fly Erbil Advertisment