Ji Alî Babacan peyamek bi Kurdî

Serokê Partiya DEVA bi boneya sala nû peyamek bi Kurdî jî belav kir.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan, wêne: Kurdistan24
Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan, wêne: Kurdistan24

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya DEVA bi boneya sala nû peyamek bi Kurdî jî belav kir û got: “Saleke bi sihet û şadî ji we re dixwazim.”

Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan sala nû bi 5 zimanan pîroz kir ku yek ji wan Kurdî bû.

Alî Babacan bi boneya sersalê bi zimanên Tirkî, Kurdî, Îngilîzî, Fransî û Erebî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Babacan di peyama xwe ya bi Kurdî de got: “Saleke bi sihet û şadî ji we re dixwazim.”