Li Sêrê Kaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek rûda.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek rû da.
Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand; bi rêya wesayîteke bombekirî teqînek li nêzîkî bazara hêşinahiyê li nav bajêr qewimî.
Li gor zanyariyên destpêkê, çar kesan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de zarok jî hene.
Wî jêderî amaje bi wê de, ji encama teqînê hejmarek birîndar jî hene.