Li Serê Kaniyê teqîn!

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku li taxa Zerdeşt a Serê Kaniyê teqînek qewimî û di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, teqîn bi riya bombeyeke vedayî hatiye kirin di encamê de çekdarekî ser bi Tirkiyê ve hatiye kuştin û 4 kesên sivîl birîndar bûne.

Li herênê rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatine dagîrkirin, bi yekcarî rewşa ewlehiyê xirap e û her car teqîn rû didin. 

Serê Kaniyê