Li Enqerê erdhej çêbû!
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kalecîk a ser bi Enqereya paytexta Tirkiyê bi hêza 4.5 erdhej çêbû.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand; di demjimêr 22:53ê de, li navçeya Kalecîk a ser bi Enqerê, bi pileya 4,5 erdhejek qewimî.
Li gor daxuyaniya AFADê, erdhej 12 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Parêzgarê Enqerê Vasip Şahin li ser erdheja ku li Kalecîkê qewimî diyar kir: “Heta niha agahiyên jidestdana can û malên welatiyan negihiştiye parêzgarî û Qeymeqamiya Kalecîkê.”