Fransayê 7 zarokên çekdarên DAIŞê ji Sûriyê vegerandin Parîsê
Hikûmeta Fransayê 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji deverên rojavayê Kurdistanê wergirtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Fransayê 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji deverên rojavayê Kurdistanê wergirtin.
Wezareta Derve ya Fransayê ragihand; 7 zarokên çekdarên DAIŞê wergirtine û ew zarok bi silametî ji Sûriyê veguhestine Parîsê û niha di bin çavdêriya civakî de ne.
Fransa spasiya rayedarên xwecihî yên deverê kir ji ber hemahengî û alîkariya di mijara veguhestina wan zarokan de.
Bavên wan zarokan di şerê DAIŞê de û di rêzên çekdarên wê rêxistinê de hatine kuştin û piştî rizgarkirina wan deveran ji destê DAIŞê, di kampên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diman.