Li Îranê erdhej çêbû

Li vê herêma li ser sînorê Kendava Basrayê kûrahiya erdhejê 19 kîlometre ye.

Li Îranê Parêzgeha Hirmizgan erdhej çêbû
Li Îranê Parêzgeha Hirmizgan erdhej çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Parêzgeha Hirmizgan ya li başûrê Îranê erdhej çêbû. Li gor daxûyaniya Navenda Sîsmolojî ya Zanistgeha Tehranê pileya erdhejê 5,5 e. 

Navenda erdhejê Bendera Lenge ye ku ser bi Hirmizganê ve ye.

Li vê herêma li ser sînorê Kendava Basrayê kûrahiya erdhejê 19 kîlometre ye. 

Derheqê ziyanên canî û maddî heya niha çi daxûyanî nehatine dayîn.