Çekdaran 8 kes li Serê Kaniyê revandin

Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê 8 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin ferman Tirkiyê de kar dikin, hatin revandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Serê KaniyêRojavayê Kurdistanê 8 kes ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin ferman Tirkiyê de kar dikin, hatin revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Firqeya El-Hemzat duhî li gundê Mirîkês yê Serê Kaniyê 8 kes revandin.

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi behaneyên sosret xelkê direvînin. Piraniya caran jî tenê ji bo standina fidyeyê wan direvînin.

Rojane li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdaran ve hatine dagîrkirin, welatiyên sivîl tê revandin.

Li Efrînê jî di çend rojên borî de 12 kes ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û li hember berdana wan jî daxwaza fidyeyê dikin.