Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Joe Biden kir

Ji bo bihêzkirina hevbeşiya Hewlêr û Washingtonê, ez li benda karkirina ligel we me

Serokê Amerîkayê Jeo Biden û Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokê Amerîkayê Jeo Biden û Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tiwîtekê kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku ji bo vegerandina baweriyê bo herêmê, her du alî  ji nêz ve bixebitin.

Serokê îdareya nû ya Amerîkayê Jeo Biden û cîgira wî Kamala Harris duh di merasîmekê de sonda yasayî xwarin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêxweşiya xwe ji bo destbikarkirina îdareya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Jeo Biden û Cîgira Serok Kamala Harris nîşan da.

Mesrûr Barzanî di tiwîtekê de diyar kir: “Ji bo bihêzkirina hevpariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û vegerandina baweriya pêwîst bo herêmê, ez bi kelecan li benda karkirina ligel we me.”

Hevdîtineke berê ya Jeo Biden û Mesrûr Barzanî, ku wê demê Biden, Cîgirê Serokê Amerîkayê bû, wêne: arşîv
Hevdîtineke berê ya Jeo Biden û Mesrûr Barzanî, ku wê demê Biden, Cîgirê Serokê Amerîkayê bû, wêne: arşîv