Aliyên rojavayê Kurdistanê bi hatina Biden geşbîn in
Aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê geşbîn in ku qonaxa Serokê Amerîka Joe Biden ji ya Donald Trump baştir be.
Qamişlo (K24) – Aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê geşbîn in ku qonaxa Serokê Amerîka Joe Biden ji ya Donald Trump baştir be, ta ku karibe danpêdaneke siyasî bi deverê bike, herwiha gef û êrîşên Tirkiyê jî rawestîne.
Bi hatina Joe Biden ser kursiyê desthilata Amerîkayê re, gelek hêvî bi guhertinên siyasî û leşkerî hene. Hemû xelk û aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê geşbîn in ku qonaxa Biden ji ya Trump baştir be. Partiyên ENKSê dibînin ku Amerîka dewleta saziyan e, ji ber wê jî ew guhertinên mezin dê çênebin, lê hêvî dikin ku kurdan wekî hevalbend ji xwe re bibînin, nemaze di ezmûna şerê dijî DAIŞê de kurdan pêşengtiya wê qonaxê kir.
Di wê derbarê de Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Bi nerîna min hatina Joe Biden dê di aliyê navdewletî, navxweyî û Rojhilata Navîn de siyaseteke nerm û maqûltir bike. Em wek, em bi hêvî ne ku siyaseta Amerîka di pêşerojê de li hember kurd baştir be, bi taybet ku kurdan li şûna cihanê hemû şerê DAIŞ û terorê kirin û qurbaniyên mezin dan.”
Hemû aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê hevnerîn in ku di qonaxa desthilata Trump de gelek bobelat bi ser kurdan de hatin. Partiyên Rêveberiya Xweser jî di wê baweriyê de ne ku siyaseta Biden li hember deverê û gefên Tirkiyê li ser deverê zelaltir be, di deme ku hîn jî şerê li dijî DAIŞê de berdewam e.
Serokê Partiya Aştî ya Demokrat Telal Mihemed ji K24ê re got: “Welatekî wek Amerîka, xwedî siyaseteke stratejiyek e di Sûriyê de. Di baweriya min de ev siyaset nayê guhartin, lê belkû rola serokê wê hebe di aliyê deverê de hebe. Bi taybet ku di serdama Trump nakokî di navbera Trump û saziyên Amerîka de hebû. Lê bi hatin Joe Biden û Partiya Demokratan re, hêvî dikin pirs hinekê erênî bin.”
Piştgiriya Amerîkî ji rojavayê Kurdistanê re tenê di warê leşkerî de ye û tu danpêdaneke siyasî bi deverê nake, nemaze li Cenêvê. Lê yekemîn gava siyasî ku Amerîka bi awayekî aşkere dike, piştgiriya wî ji diyaloga kurdî – kurdî ye ku ta niha nediyar e helwesta Biden derbarê diyalogê de dê çi be.