Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Joe Biden û cîgira wî kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê ve, wek 46.mîn Serokê Amerîkayê destbikarkirina Joe Biden pîroz kir.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê ve, wek 46.mîn serokê Amerîkayê destbikarkirina Joe Biden pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ya Twitterê nivîsand: “Ez dixwazim wek nûnerê Herêma Kurdistanê pîrozbayî li serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris di ahenga dîrokî ya destbikarkirinê de bikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Di serokatîkirina gelê Amerîkayê de ez hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim û em amade ne ligel dostên xwe yên îdareya nû ya Amerîkayê kar bikin.”