"Bi hatina Joe Biden re dê polîtîkayên Amerîka yên li heremê bên guhartin"
Siyasetmedarên bakurê Kurdistanê balê dikşînin ku Joe Biden Kurdan û pirsa Kurdan baş dizane.
Diyarbekir (K24) – Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, wek fermî dest bi karê xwe kir û serdema serokatiya wî de polîtîqayên Amerika û pêwendiyên bi Kurdan re jî mijareke rojevê ye. Siyasetmedarên li bakurê Kurdistanê balê dikşînin ku Joe Biden Kurdan û meseleya Kurdan baş dizane, loma jî li gor berjewendiyên Amerîkayê jî dê hevkariyên Kurdan û Amerîkayê zêdetir bibin.
Siyasetmedarên li bakurê Kurdistanê, di serdema Serokê nû yê Emerîkayê Joe Biden de pêwendiyên Kurdan û Amerîkayê û hevhengî û hevsengiyên li herema rojhilata navîn ji bo Kurdistan24 nirxandin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier anî ziman ku divê neyê ji bîr kirin, Joe Biden jî dê li gor berjewendiyên welatê xwe gavan biavêje, lê di gelek xalan de jî ew berjewendî bi şîrîkatî û hevkariya bi Kurdan re lihevkirî ne û ew çaverêne ku di vê serdemê de, di bidestxistina mafên rewa yên Kurdan de, pêşketinên erênî encam bidin.
Îmam Taşçier ji K24ê re got: "Joe Biden Kurdan baş nas dike, Bi birêz Serok Mesûd Barzanî re pêwendiyên Wî çêbûne. Wezîrên wî yên nû û yên ku li Rojhilata Navîn dinihêrin ew jî Kurdan baş nas dikin ku wisa xuya dike. A rastî ew e ku dê ewê jî berjewendiyên Emerîkayê derbixin pêş. Lê ji ber ku Kurdan jî baş nas dikin, ji bo çareseriya pirsgirêkên Kurdan, ji bo rola Kurdan a li Rojhilata Navîn çi ye çi nîn e de; li gor min dê bi awayekî realist tevbigerin."
Siyasetmedarên Kurd balê dikşînin ku di serdema Donald Trump de, Amerîka ji polîtîqayên xwe yên sazûmanî dûr ketibû û di encama wan guhêrîna de jî, Kurd bi êriş û karvedanên xeternaq re rû bi rû man.
Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel jî balê dikşîne ku ji ber polîtîqayên Amerîka di serdema Trump de bi takekesî dihat meşandin û xwe ji heremê vekişand, dewletên heremê jî derfên êrişkirina bi ser Kurdan bidest xistin. Lê bi serdema Jeo Biden re dê li gor hiqûqa navdewletî û sazûmaniya Amerîkayê polîtîqa dîsa bikevin meriyetê û tê de derfetên nû ji bo Kurdan jî dê hebin.
Bayram Bozyel dibêje: "Di serdema Biden de, Amerîka dê vegere siyaseta xwe ya klasik a berê û wek dam û dezgehî kar bike. Ji wê jî zêdetir di polîtîqayên Amerîkayê de mafên mirovan, mafên kêmneteweyan û xalên demokrasiyê dê derbikevin pêş. Dîsa bi qasî ku em dibînin di serdema Biden de, NATO dê dîsa rola xwe bi rêk û pêk bileyîze, pêwendiyên bi welatên Ewrûpayê re jî jînûve bên sazûman kirin. Eviya dê bibe sedem ku welatên wek Tirkiyeyê êdî nikaribin ku li gor dilê xwe, ya xwe bikin û hespên xwe bibezînin. Yan jî dê nikaribin her çi bixwazin li ser Kurdan û heremê bisepînin."
Siyasetmedarên li Bakur dîsa ragihandin ku dê li hember polîtîqayên mîltarîst yên Îranê jî dê xetên diyar bên danîn û rê neyê dayîn ku Îran bi wan hêzan li heremê xwe bisepîne û bibin sedema aloziyên li heremê.