Şandeke serbazî ya Iraqê serdana Hewlêrê dike

Şandeke serbazî ya hikûmeta Iraqê dê serdana Hewlêrê bike û ligel Wezareta Pêşmerge bicive.

Civîneke Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê, wêne: arşîv
Civîneke Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Şandeke serbazî ya hikûmeta Iraqê dê serdana Hewlêrê bike û ligel Wezareta Pêşmerge bicive.

Li gor zanyariyê nûçegihanê Kurdistan24ê: “Vê êvarê 8ê Sibata 2021ê şandeke payebilind a serbazî ya hikûmeta Iraqê dê serdana Hewlêrê bike û ligel Wezareta Pêşmerge, derbarê liv û tevgerên DAIŞê de gotûbêj bikin.”

Nûçegihanê me eşkere kir ku şanda serbazî ya Iraqê, dê serdana Mîhwera Mexmûr û Giwêr bike, ku bû demek liv û tevgerên DAIŞê li wan deveran zêde bûne. Şanda Iraqî dê ligel Wezareta Pêşmerege li ser çawaniya kontrolkirina rewşê ya li wê mîhwerê gotûbêj bike.

Piştî 16ê Cotmehê ve, ji ber dûrketina hêzên Pêşmerge, valahiyeke ewlehiyê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derketiye holê, bû demek çekdarên DAIŞê li wan deveran dest bi êrîşan kiriye, ji bo tijekirina wê valahiya ewlehiyê, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê berî niha çend civînên hevbeş li Hewlêr û Bexdayê encam dabûn.