Li kampa Holê 4 kes şewitîn
Di encama vêketina agir bi konên kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê de, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama vêketina agir bi konên kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê de, 4 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, ji ber teqîna sobeyekê, agirek bi konên kampa Holê ket û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Diyar kir jî, birîndar ji bo nexweşxaneya Hesekê hatin veguhastin û birînên hinan giran in.
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.