Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Kazimî nîşan da
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da, ku Kazimî îro daxwaz kiribû, ji bo çareseriya bingehîn a kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, diyalogeke niştimanî pêk bînin
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da, ku Kazimî îro daxwaz kiribû, ji bo çareseriya bingehîn a kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, diyalogeke niştimanî pêk bînin.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez piştevaniya banga Serokwezîr Birêz Kazimî dikim ji bo diyaloga niştimanî ya navbera aliyên nakok ên Iraqê û diyalogeke niştimanî ya rasteqîn a kûr ji bo rêkeftina yekcarî û çareserkirina bingeha kêşeyên Herêma Kurdistanê yên ligel hikûmeta federalî li gor destûrê.”
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro di gotareke xwe de daxwaz kir ku ji bo rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyalogeke niştimanî bikin li ser hemû astan û ragihand; gotûbêj ji bo wê yekê bibe çareseriyeke bingehîn ji bo temamê kêşeyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dîtin.
پشتیوانی له بانگهوازی سهرۆک وهزیران بهڕێز کازمی دهکهم بۆ گفتوگۆی نیشتمانیی نێوان لایهنه ناکۆکهکانی عێراق و گفتوگۆیهکی نیشتمانیی ڕاستهقینهی قووڵ بۆ ڕێککهوتنی یهکجاری و چارهسهرکردنی ڕیشهییی کێشهکانی ههرێمی کوردستان لهگهڵ حکوومهتی فیدراڵی بهپێی دهستوور.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) March 8, 2021