Li Diyarbekirê amadekariya Newrozê tê kirin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên Kurd ku pê re tifaq kirine, bi çalakî û govendê ragihandin ku ewê îsal, bi bergiriyên pandemiyê re Newrozê bi girseyî pîroz bikin.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê amadekariyên Newroza 2021ê hat ragihandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên Kurd ku pê re tifaq kirine, bi çalakî û govendê ragihandin ku ewê îsal, bi bergiriyên pandemiyê re Newrozê bi girseyî pîroz bikin.
Li Diyarbekirê partiyên siyasî, bi diruşma ku ‘Emê bi agirê newrozê ber xwe bidin û bi ser bikevin’ xebatên pîrozbahiya Newroza îsal dan destpêkirin. Partiyên siyasî yên Kurd anîn ziman ku îsal ji bo gelê Kurd, yekîtî mijara sereke ye û dê bi hêviya Newroz bibe gava yekem a pêkhatina yekîtiya gelê Kurd, Newrozê pîroz bikin.
Serokê Partiya Komisnîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek bal kişand ser giringiya yekîtiya Kurdan û girîngiya cejna Newrozê ji bo gelê Kurd.
Sînan Çîftyurek ji K24ê re ragihand: “Em hêvî dikin ku ev Newroz ji bo gel û welatê me bibe destpêka aşitî, azadî û pêşî li serxwebûnê ve bike. Mesaja 2021ê ji bo gelê Kurd yekîtî ye. Hemû dostên Kurdan yên li nav welat û yên navneteweyî dibêjin ku: ‘Ey gelê Kurd hûn yekîtiya xwe pêk bînin da ku em jî piştgiriya we bikin. Başûr û Rojava ji bo me yek e û pêşmerge û HSD ji bo me yek e. Hûn bibin yek em jî piştgiriyê bidin we.’ Em jî wek hemû partî û rêxistinên Kurdan, ger ku em dixwazin destkeftinên xwe biparêzin û pêşde bibin, di serî de yekîtiya Başûr û Rojava û dûvre jî hemû Kurdistanê divê em pêk bînin.”
Bal hat kişandin ku dê rewşa pandemiyê ku sala borî bûbû sedema betalkirina Newrozê, îsal jî dê li ber çav bê girtin, lê niha biryar e ku pîrozbahiya bi girseyî ya Newrozê bê kirin.
Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç jî da zanîn ku ew hin partî û rêxistinên Kurd dê pêkve pîrozbahî bikin û dixwazin hemû partî hem daxilî pîrozbahiya Newrozê, hem jî biryar girtinên wê bibin.
Mehmet Kamaç ji K24ê re eşkere kir: “Par me deklarasyona kirina Newrozê ragihandibû, lê ji ber pandemiyê me betal kiribû. Lê belê di 2021ê de derfet heye ku em Newrozê bi girseyî bi gelê xwe re pîroz bikin. Em ê bi şiyara 'Em ê bi agirê newrozê ber xwe bidin û bi ser bikevin' vê newrozê bikin. Ji bo Kurdan Newroz xwedî ciyekî cuda ye û wek hin gel û welat wek destpêka biharê pîroz dikin tenê nîne. Newroz li dijî zordestiyê û bi destxistina maf û azadiyan roja berxwedanê ye. Em dixwazin bi şiyara îsal ya newrozê, cejan xwe pîroz bikin û bikin destpêka azadiya gelê Kurd û pêkanîna paşeroja gelê xwe.”
Tê çaverêkirin ku serîlêdana pîrozbahiya Newrozê ji aliyê parêzgariya Diyarbekirê ve bê pajirandin û di 21ê Adarê de, li qada Newroza Diyarbekirê piştî ku salekê lê nehat pîrozkirin, pîrozbahî b