Yekem agirê Newrozê li Diyarbekirê hat pêxistin

Li Diyarbekirê û Bakurê Kurdistanê kelecana cejan Newrozê dest pê kiriye.

Agirê Newrozê li Diyarbekirê
Agirê Newrozê li Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê û Bakurê Kurdistanê kelecana cejan Newrozê dest pê kiriye.

Piştî ku hat ragihandin dê Newroz bi girseyî bê pîrozkirin, îro jî partî û rêxistinên ku dê Newroza Diyarbekirê ya hevbeş li dar bixin, yekem agirê newrozê pêxistin û bal kiaşndin ku Newroz ji bo gelê Kurd, rihê şahî, berxwedan û azadiyê bi hev re dihewîne.

Amadekarên Newroza Diyarbekirê ya 2021’an, li gel ku agir pêxistin û dîlan girtin, ragihandin jî serîlêdan ji bo parêzgariyan kirine û dixwazin îsal, li hemû bajarên Bakur rihê Newrozê bi girseyî nîşan bidin.