Babacan: Li Tirkiyê serdestiya hiqûqê nemaye
Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan beşdarî 1. Kongreya Rezan a navçeya Diyarbekirê bû û peyamên xwe yên li ser pirsên rojevê ragihand.
Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan beşdarî 1. Kongreya Rezan a navçeya Diyarbekirê bû û peyamên xwe yên li ser pirsên rojevê ragihand. Serokê DEVAyê rexne polîtîqayên ku ji aliyê hikumetê ve li ser Kurdan û Kurdî tên meşandin kir û anî ziman ku ji aboriyê heta hiqûqê û heta pirsgirêka Kurd, dethilatdarî, pirsgirêkan înkar dike û loma jî hêviya ku çeraseriyan peyda bike jî nemaye.
Li Diyarbekirê Partiya DEVA yekemîn kongreya navçeya Rezan, bi beşdariya Serokê Giştî yê DEVAyê Alîbabacan li dar xist. Alî Babacan beriya kongreyê bi kedkarên çapameniyê re civînek li dar xist û hem li wê civînê de, hem jî li salona kongreyê pirs û pirsgirêkên di rojevê de bersivand.
Alî Babacan anî ziman ku şirîkên desthilatê, her hefte ji xwe re dijminekî dibijêrin û dixwazin bi wan dijminahiyan rojevê diyar bikin, lê êdî welatî dizanin ku rojeva wan maf û azadî, serdestiya hiqûqê, aboriyeke baş û jiyaneke aram û aştiyane ye. Babacan da zanîn ku hikûmet û şirîkên wê, pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din qebûl nake, loma jî tu plan û projeyeke wan ya çareseriyê jî nîne.
Babacan diyar kir: “Li Tirkiyê serdestiya hiqûqê nemaye, xwe îfadekirin bûye tawan, hemû xezîneyên dewletê hatine vala kirin û cotkar, dikandar, memûr û hemû welatî di tengasiyên mezin de ne. Lê desthilatdarî vana nabîne. Dîsa sedemên van hemû pirsgirêkan jî nebûyîna demokrasî û dadweriyê ye. Loma jî mafên zimanê zikmakî û nasnameyên cuda divê ji aliye dewletê ve bên parastin. Serdema berê mamosteyekî, niha jî 3 mamoste ji bo Kurdî peywirdar kirine. Ev wek yariyekî ye û nêzikayiya desthilatê ya rastiyan nişan dide.”
Serokê DEVA’yê Alî Bacan anî ziman ku ew bi kadroyên xwe dê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan daxwaza piştgiriyên civakê bikin û dê bi ser jî bikevin.
Serokê Rezan a navçeya Diyarbekirê Celal Demirtaş ku di kongreye de hat bijartin jî, anî ziman ku ew ji bo bi projeyên partiya xwe pirsgirêkan çareser bike, vê peywirê li xwe girtiye û dê ji niha û pê ve jî xwe bigihînin hemû beşên civakî û ji bo çareseriyê xebatên xwe bimeşînin.
Celal Demirtaş diyar kir: “Berê min dest ji siyasetê berdabû, lê ji bo vê dozê û projeyên vê partiyê vegeriyam siyasetê. Ji bo wan proje û çareseriyan em bi serokê bajêr Cîhan Ulsen re jî hevfikir in. Di serî de pirsa Kurd tê ji bo me û piştre jî pirsgirêkên aborî. Gelê me min nas dike û ez jî ji wan pir hez dikim û ji wan bawerim ku dê piştgriyê bidin û emê biserkevin.”
Serok û rêvebirên partiya DEVAyê bal kişandin ku ew partiyeke nû ne û dixwazin li ser piresîban, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan û maf û azadiyên civakî bibin navnîşana hêvîyê. Piştî Kongreyê şanda DEVAyê serdana dikandar û saziyên sivîl yên Diyarbekirê kir.