Diyarbekir xwe ji Newrozê re amade dike
Li Diyarbekirê kelecan û amadekariya pîrozbahiya Newrozê heye.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê amadekarî bi berdewamî tên kirin. Hem Komisyona amadekariya Newrozê, hem jî saziyên fermî ji bo ku newroz bêy ku metirsî peyda bibin û bi coş derbas bibe xebat û amaekiryan dikin. Welatî jî amadekariyên xwe dikin ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî bikin.
Li Diyarbekirê kelecan û amadekariya pîrozbahiya Newrozê heye. Qada Newrozê ya Diyarbekirê, piştî ku sala borî newroz nehat pîroz kirin û vala mabû, îsal ji bo pêşwaziya pîrozbahiyeke girseyî tê madekirin. Dikandar û welatî jî bi cil û bergên Kurdî amadekariyên beşdariya newrozê dikin.
Endamê Komisyona Rêvebiriya Amadekar ê Newroza Diyarbekirê û Hevserokê Şaxa Rezan ê Partiya Heremên Demoratîk DBP'ê Mehmet Bakir, anî ziman ku hem li gor pandemiyê, hem jî, ji bo pêşwaziya welatiyan li qadê bi hêjayî bikin, hemû amadekariyên xwe dikin û ji bo hin xizmetan jî, daxwaz ji parêzgarî û şaredariya Diyarbekirê kirine.
Endamê Komisyona Amadekar ê Diyarbekirê Mehemt Bakir ji K24ê re got: "Bi rastî em dixwazin Kurd û dostên Kurdan bi tevahî, di newroza 2021'an a Amedê de, bigihên hev û desten xwe bidin hev. Em ji bo aşitiyeke mayînde pêk bê, ji bo wekehvîyê bi hevre biqêrin da ku em wan armancên xwe bicîh bînin."
Her çiqas hêj wek fermî destûra kirina newrozê nehatibe dayîn jî, hêzên ewlehiyê jî li derdora qada newrozê ya Diyarbekirê amadekariyên xwe dane destpê kirin. Li bazarê jî bi cil û bergên Kurdî welatî amadekariyên xwe ji bo beşdariya cejnê dikin.
Ayhan Kaş teqrîben 20 sal in li Diyarbekirê cil û bergên Kurdî hem didure û ehm jî difiroş e. Kaş, tîne ziman ku bi egera cejna ewrozê bizaveke baş û berbiçav di karê wan de peyda bûye.
Ayhan Kaş got: "5-6 meh dikana me bi temamî girtîbû û kar tune bû. Lê div î 10 rojên dawî de, hêdî hêdî bizavekî çêbûye. Ji ber Newrozê hereketeke baş çêbûye, bere jî ji bo 8'ê Adarê hevalan hatibûn cil kirê kiribûn û kirîbûn. "
Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Rezan a Diyarbekirê Seval Gulmez jî, îro ji bo beşdariya cejan Newrozê cil bijart û ji bo mikrofona K24 wiha got: "Ez ji bo pîrozbahiya newrozê hatim, min fîstanê Kurdî bijart. Ez ji van fistan û cilan pir hez dikim. Ji ber ku ew çand a me ne. Loma jî weka jineke Kurd min xwest ew roj, em jin bi van cil û bergan çanda xwe nişan bidin."
Hat ragihandin ku dê 4 deriyên ketin û derketinê yên qada newrozê ji bo welatiyan û deriyekî jî ji bo protokolê bên diyar kirin û li wan deriyan, hem maske û dezenfektan bên belav kirin, hem jî kontrolên nexweşîna pandemiyê bên kirin.