Amadekariyên Newrozê li Diyarbekirê bi dawî dibin

Desteya amadekar a Newroza Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan amadekariyên xwe yên ji bo Newroza girseyî ku dê li Qada Newrozê bê li darxistin, kirine.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Desteya amadekar a Newroza Diyarbekirê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan amadekariyên xwe yên ji bo Newroza girseyî ku dê li Qada Newrozê bê li darxistin, kirine.

Wekîlê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yê Diyarbekirê Îrfan Soner anî ziman ku wan amadekariyên xwe kirine û çaverê ne ku bi gel jî bi girtina tevdîrên xwe yên pandemiyê bi girseyî beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Hat diyarkirin ku dê li xalên ketin û derketinê maske û dezenfaktan amade bên danîn û hişyarî li welatiyan bê kirin ku li gor pandemiyê li qadê ciyê xwe bistînin. Bi vê mebestê jî hişyarî ji bo welatiyên beşdar hat dayîn ku tevdîrên xwe bistînin da ku pîrozbahiya newrozê nebe sedema nexweşînan.

Dîsa bangewazî hat kirin ku welatî werin qadê û bi coş û rihê agirê newrozê, daxwaza aşitî, azadî û serkeftinê bikin.

Newroza girseyî li Diyarbekirê di 21ê Adarê de, dê li qada Newrozê bê pîrozkirin.