Îsal li Hewlêrê agirê Newrozê dê bi vî awayî were vêxistin
Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan, vêxistina agirê Newrozê dê li bajarê Hewlêrê cuda be.
Hewlêr (K24) – Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan, vêxistina agirê Newrozê dê li bajarê Hewlêrê cuda be, ku her ser sal li ser Kelha Hewlêrê tê vêxistin.
Qaymeqamê Navçeya Navendê ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Kurdistan24ê re ragihand; agirê Newrozê weke hatiye diyarkirin tenê li ser Kelha Hewlêrê dê were vêxistin û hejmara amadebûyan jî dê gelek diyarkirî bibe û dezgehên ragihandinê jî bi peyrewkirina rêkarên xweparêziya Koronayê, dê amade bibin.
Nebez Ebdulhemîd diyar kir; ji ber Koronayê Newroza duyem e ku nikarin festîvala salane li Hewlêrê encam bidin, ku di 11ê Adarê de dest pê dikir û 2yê Nîsanê bi dawî dihat.
Herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku xwe biparêzin û ji kombûn û qerebalixiya mezin dûr bin, da ku her kes bi silamet bin.
Nebez Ebdulhemîd bal kişande ser ragihandina 7 xalî ya Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê ku duh êvarê ji bo rênimayên pîrozkirina Newrozê hat belavkirin.