Li Serê Kaniyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kanî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor zanyariyan di encamê de 4 jê zarok 7 kes mirin.

Serê Kaniyê
Serê Kaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Serê Kanî yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û li gor zanyariyan di encamê de 4 jê zarok 7 kes mirin.

Li bajarê Serê Kaniyê ku niha di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ye, teqîneke mezin çêbû.

Li gor zanyariyan teqîn şeva derbasbûyî derdora demjimêr 01.00 çê bûye.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê AA li ser zimanê berpirsên nexweşxaneya li Serê Kaniyê ragihandiye ku di teqînê de 2 jê zarok 4 kes mirine û 9 sivîl jî birîndar bûne.

Lê belê li gor Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama teqîna Serê Kaniyê de 4 jê zarok 7 kes mirine û 2 kes birîndar bûne.

Li gor zanyariyên ku medyaya Sûriyê belav kirine, di teqîna Serê Kaniyê de 7 kes mirine ku endamên yek malbatê bûn.

SOHRê Ii ser zimanê çavkaniyên xwe yên li herêmê belav kiriye ku li maleke nêzikî binkeya polîs a ser cadeya girtîgehê, cebilxane hebû.

Her li gor SOHRê di wê malê de bi xeletî bombeyek teqiya ku ew jî bû sedema teqîmna cebilxaneya di malê de.

Serê Kaniyê li gel bajarê Girê Spî, Cotmeha 2019an di encama êrîşeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.