Hejmara kuştiyên teqîna Serê Kaniyê zêde bû

Hejmara kuştiyên teqîna bajarê Serê Kaniyê zêde bû û gihîşt 11 kuştiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştî û birîndarên teqîna bajarê Serê Kaniyê zêde bû û gihîşt 11 kuştî û 6 birîndaran.

Duhî li bajarê Serê Kaniyê, teqînek di mala çekdarekî de çêbû û tê de xwediyê malê û zarokên wî canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Di wê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ew wek komgeheke çek û teqemeniyan a grûpa Sultan Murad bû û teqîn bi şaşîtî rû daye.

Diyar kir jî, di encama teqînê de, 5 çekdarên ji grûpa Sultan Murad, 4 zarok û 2 jinan canê xwe ji dest dan. Herwiha 6 kesên din jî di teqînê de birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, hemû kesên canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, ji bajarê Heleb û Dêrazorê ne.

Bajarê Serê Kaniyê ji Mijdara sala 2019an ve ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve dagîrkirî ye û hejmarek mezin ji malbatên çekdaran li şûna kurdên ku jê koçber bûne bi cih bûne.