Mesrûr Barzanî: Ez bi awayê herî tund, êrîşa terorîstî ya îşev şermezar dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa îşev a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand: “Endamên komên terorîstî ku li paş vê êrîşa îşev in, dê baca vê kiryara xwe bidin.”
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa îşev a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ragihand: “Endamên komên terorîstî ku li paş vê êrîşa îşev in, dê baca vê kiryara xwe bidin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez bi awayekî herî tund, êrîşa terorîstî ya îşev a ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li Başîkê û komên terorîstî yên li paş vî karî şermezar dikim. Êrîşên van demên dawî, hewleke pir diyar û eşkere ne, ji bo têkdana aramî û asayîşa me û hemahengiya me ya ligel Hevpeymaniya Navdewletî.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Her komeke çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlehiyên yên fermî yên Iraqê nebin, divê demildest ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişin. Di rojên bê de ez ê ligel hevbeşên me yên li Iraq û civaka navdewletî de li ser rêkarên cîbicîkirina vê pêngavê gotûbêj bikim.”
Herwiha eşkere kir: “Ez îşev ligel Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî axivîm ji bo tekezkirin û dûpatkirina hemahengiya me ya derbarê armancên hevbeş de ji bo lêpirsîna li wan komên neyasayî. Em xelkê Herêma Kurdistanê dilniya dikin; endamên komên terorîstî ku li paş vê êrîşa îşev in, dê baca vê kiryara xwe bidin.”