Fransayê êrîşa ser Hewlêrê şermezar kir
Fransayê bi awayê herî tund êrîşa ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir.
Hewlêr (K24) – Fransayê bi awayê herî tund êrîşa ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir.
Li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku Fransayê pabendiya xwe ji bo serwerî û silametiya axa Iraqê û îstiqrara Herêma Kurdistanê nîşan daye.
Wezaretê diyar kiriye; divê hevkariya navbera Hikûmeta Iraqê û desthilatdarên Herêma Kurdistanê were kûrkirin ji bo diyarkirina nasnameyên encamderên wan êrîşan û dabînkirina asayîş û îstiqrara Iraqê bi awayekî giştî.
Herwiha Fransayê rijdbûna xwe li ser berdewambûna karên xwe yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya ligel hevbeşên xwe yên navxwe û navdewletî de car din aniye ziman û tekez dike ku piştevaniya xwe didomînin.