Biden pêşwazî li danûstandinên nerasterast ên Tehran û Washingtonê dike

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşwazî li danûstandinên nerasterast a navbera Tehran û Washingtonê ya li ser rêkeftina atomî dike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşwazî li danûstandinên nerasterast a navbera Tehran û Washingtonê ya li ser rêkeftina atomî dike û dibêje: “Dibe ku Amerîka vegere nav rêkeftinê.”

Joe Biden di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku pêtandina uranyumê bi rêjeya %60 ji aliyê Îranê ve, sûdê nade danistandinên li ser rêkeftina atomî ya ya li Viyenayê.

Biden kêfxweşiya xwe li ser berdewambûna Tehranê ji bo encamdana danûstandinên nerasterast ên ligel Washingtonê li ser rêkeftina atomî nîşan da.

Serokê Amerîkayê diyar kir: “Dibe ku Amerîka vegere nav rêkeftina atomî ya Îranê.”

Roja pêncşema borî, 15ê Nîsana 2021ê, li Viyenayê gera duyam a danûstandinên li ser rêkeftina atomî dest pê kiribû.

Fly Erbil Advertisment