Qamişlo.. Alozî berdewam e û Asayişê riya sereke ya taxa Tey kontrol kir

Hêzên Asayişê gelek hêz û otomobîlên leşkerî li ser riya Kornêş di navbera dewara Selam û Wihdê li hember taxa Tey kom kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo şer û aloziya di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve berdewam in û hêzên Asayişê riya sereke ya taxa Tey kontrol dike.

Şeva borî çekdarên Berevaniya Niştimanî êrîşî rêbendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana Wihdê ya li nêzî taxa Tey kir û di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, ji şeva borî ve şer û alozî di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Berevaniya Niştimanî de berdewam in û hêzên Asayişê karî riya sereke ya taxa Tey kontrol dike û ew tax bi temam hatiye dorpêçkirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, hêzên Asayişê gelek hêz û otomobîlên leşkerî li ser riya Kornêş di navbera dewara Selam û Wihdê li hember taxa Tey kom kirine.

Diyar kir jî, heta niha ti amareke fermî derbarê kuştina endamên Berevaniya Niştimanî de tune ne, lê li gor agahiyan di vî şerî de 5 endamên hêzên Berevaniya Niştimanî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Taxa Tey li başûrê bajarê Qamişlo dikeve, piraniya niştecihê wê ji pêkhateya erebî ne û alîgirê rêjîma Sûriyê ne. Navenda Hêzên Berevaniya Niştimanî jî lê ye.