Li Diyarbekirê ji %50 welatî naxwazin xwe vaksîn bikin
Li Diyarbekirê yên ku dora wan a vaksînkirinê hatine jî heta niha ji %50 ‘yê wan zêde xwe vaksîn nekirine.
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê û hemû gund û navçeyên wê, lêkolînekî li ser baldarî û gumanên welatîyan yên li hember vaksînê û xwe vaksînkirinê hatiye kirin. Di Lêkolînê de, diyar dibe ku ji 3 welatiyan tenê yek bi biryar e ku vaksîn bike û ji 1/3 jî bi hêncetên cuda hîç naxwazin xwe vaksîn bikin. Pispor û lêkolîner jî balê dikşînin ku sedemên van encaman hene.
Li Cîhanê bi giştî û li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî, sal û nîv zêdetir e bandorên nexweşîna pandemiyê hene û heta niha çareserî jî vaksîn hatiye destnîşan kirin. Lê li Diyarbekirê yên ku dora wan a vaksînkirinê hatine jî heta niha ji %50 ‘yê wan zêde xwe vaksîn nekirine.
Rêvebirê Navenda Lêkolînan Rawestê Reha Ruhevîoglû da zanîn ku di lêkolînan de diyar dibe ku gumanên welatiyan li ser vaksînan hene û agahdar kirineke baş di vî warî nehatiye kirin, loma jî ji 3 kesan 2 kes bi şik û guman nêzîkî xwe vaksînkirinê dibin.
Reha Ruhevîoglû ji K24ê re got: “ji 3 kesan 2 kes heta zêdetir ku dibêjin naçin xwe vaksîn nakin ango dibêjin em bê biryar in, pirsgirêkek e. Divê di vî warî de hinek helmet û agahdarikirinên civakî bên kirin da ku serê gel ji şik û gumanên ji zanistê dûr paqîj bibin. Divê sûd û girîngiya vaksîn kirine bi civakê bê da fêm kirin. Kesên ku me bi wan re vê lêkolînê kiriye, hêj dora hemûyan ya vqsînkir,nê nehatiye, lê êdî em dizanin ku ji yên dora wan tên kêmtirîn ji 1/3 naxwazin ku xwe vaksîn bikin.”
Di lêkolînê de aşkere dibe ku jin ji mêran zêdetir dilxwazê vaksînkinê ne, dîsa yên ku zêde perwerdehî dîtine li gor kesên din û dîsa welatiyên ku li gundan dijîn, ji yên ku li bajar û navçeyan dijîn zêdetir dilxwazê vaksîn kirine ne.
Endemê Rêvebiriya Diyarbekirê yê Jûra Bijîşkên Diyarbekirê TTB’ê Sedat Yîgît jî balê dikşîne ku stoqên vaksînan yên di destê Tirkiyeyê de kêm in; loma jî helmet jî bes nayên kirin û ew jî wek jûr hewl didin ku welatî zêdetir vaksînê bikar bînin.
Dr. Sedat Yîgît dibêje: “Heta niha yên ku dora wan a vaksînkîrinê hatine, hêj ji %50’yê wan zêdetir nehatine xwe vaksîn kirine. Vaksîn rêbaz û çareseriyeke zanistî ye û divê welatî ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşînê xwe vaksîn bikin. Lê mixabin ji %50 kêmtir welatî baldarîya xwe didin xwe vaksînkirinê. Hêncetên serekî ku welatî xwe vaksîn nakin, bi agahiyên nerast tevliheviya mêjiyê wan e û divê çareserî ji vê pirsgirêkê re bê dîtin da ku, nexweşîn jî kêm bibe.”
Hêjayî gotinê ye ku ji aliyê wezareta Tenduristî ya Tirkiyeyê ve di demên dawî de, tîmên qanihkirinê ji bo ku welatî xwe vaksîn bikin jî hatine amade kirin û hêj xwe vaksîn kirin, di asteke kêm de be jî, bi zêdebuyîna nexweşînê re, baldariya ji bo vaksîn kirinê jî her diçe zêdetir dibe.