Li Rojavayê Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 58 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 14 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 6 kes li Dêrikê, 21 kes li Reqayê, 4 kes li Şehbayê û 1 kes li Kampa Rojê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16466 kesan, ji wan 1697 kes baş bûne û 657 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.