Wezareta Perwerdeyê dema bidawîhatina prosesa perwerdeyê asker kir

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê dema bidawîkirina prosesa perwerdeyê ya îsal aşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê dema bidawîkirina prosesa perwerdeyê ya îsal aşkere kir.

Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Biryar e roja 16.5.2021ê dest bi prosesa perwerdeyê bikin, ez di wê baweriyê de me ku roja yekem a werza Havînê dê roja dawiyê ya prosesa perwerdeyê ya îsal be û tişta ku bimîne jî, tenê dê ezmûnên pola 1 seretayî heta 11 amadehiyê be.”

Wezîrê Perwerdeyê diyar kir, biryar e destpêkirina prosesa perwerdeyê li Herêma Kurdistanê bi girtina rêkar û rênimayên tendirustiyê yên Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê be.”

Destnîşan kir jî: “Me hewl da alavên hênikkirinê ji dibistanan re peyda bikin û em berdewam in, lê prosesa perwerdeyê dê demeke kurt di werzê germê de bimîne.”

Derbarê qerebûkirina prosesa perwerdeya îsal, Wezîrê Perwerdeyê got: “Selametiya xwendekar û mamosteyan li cem me girîngtir e. Di encûmena wezaretê de me guftûgoyên cidî kirin, eger Korona rê bide, di sala bê de emê hewl bidin xwendekaran qerebû bikin.”