Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 68 welatî ji Hindistanê hatin vegerandin
68 welatiyên Herêma Kurdistanê li Hindistanê asê mabûn, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin vegerandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, 68 welatiyên li Hindistanê asê mabûn, bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin vegerandin.
Ji ber rewşa xirap a Koronayê li Hindistanê, hejmarek ji welatiyên Herêma Kurdistanê asê mabûn. Li ser rasperdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro danê sibê 68 welatî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatin vegerandin.
Li gor zanyariyan, piraniya wan welatiyan, bi armanca çareseriya tendirustî çûbûn Hindistanê. Biryar e jî ew welatî 14 rojan bêne kerentînekirin.