Li Herêma Kurdistanê 9 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 664 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 664 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 141 kes li Hewlêrê, 207 kes li Silêmaniyê, 223 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê û 73 li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1117 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 158146
Mirin: 4127
Başbûn: 139138
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.