Li Rojavayê Kurdistanê 83 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 83 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê
Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 83 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 83 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 6 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 4 kes li Kobanî, 2 kes li Dirbêsiyê, 17 kes li Reqayê, 26 kes li Tebqayê, 11 kes li Dêrezorê, 5 kes li Minbicê, 2 kes li Kampa Rojê û 1 kes jî li Kampa Newrozê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16774 kesan, ji wan 1730 kes baş bûne û 682 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.