Li Rojavayê Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 54 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 17 kes li Hesekê, 11 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 1 kes li Dirbêsiyê, 15 kes li Reqayê, 5 kes li Dêrezorê, 1 kes li Kampa Rojê, 1 kes li Kampa Newrozê û 1 kes jî li Şehbayê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16828 kesan, ji wan 1736 kes baş bûne û 690 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.