Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 87 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Qamişlo û 1 kes li Minbicê ne.

Herwiha diyar kir, 87 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 18 kes li Hesekê, 14 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Amûdê, 1 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Kobanê, 23 kes li Reqayê, 14 kes li Tebqayê,  4 kes li  Minbicê, 3 kes li Şehbayê û 2 kes li kampa Holê in.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 7 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16998 kesan, ji wan 697 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1747 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.