Li Rojavayê Kurdistanê 47 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 47 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 16 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 10 kes li Reqayê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17045 kesan, ji wan 1751 kes baş bûne û 700 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.