Li Herêma Kurdistanê 8 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 858 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 858 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 192 kes li Hewlêrê, 324 kes li Silêmaniyê, 262 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 49 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 965 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 162185
Mirin: 4176
Başbûn: 145705
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.