Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 91 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Hesekê, 1 kes li Minbicê û 1 kes li kampa Holê ye.

Herwiha diyar kir, 91 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 11 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 4 kes li Kobanê, 45 kes li Reqayê û 19 kes li Tebqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 2 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17179 kesan, ji wan 705 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1757 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.