Li Rojavayê Kurdistanê 57 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 57 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 57 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 57 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 7 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 20 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 4 kes li Dêrezorê û 1 kes li Kampa Holê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17328 kesan, ji wan 1762 kes baş bûne û 711 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.