Li Herêma Kurdistanê 785 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 785 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 785 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 785 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 147 kes li Hewlêrê, 342 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 882 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 235 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 365 kes li Duhokê, 16 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 164451
Mirin: 4607
Başbûn: 148289
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.