Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 62 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin û diyar kir, 3 kesan ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 1 kes li Qamişlo û 2 kes li Hesekê ne.
Dr. Ciwan Mistefa diyar kir, 62 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 19 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 1 kes li Rimêlanê, 2 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 14 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê, 4 kes li Dêrezorê, 3 kes li Minbicê û 5 kes li Kampa Holê ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand jî, 11 kes ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17919 kesan, ji wan 1815 kes baş bûne û 732 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Ev di demekê de Desteya Tendirustiyê yê Rêveberiya Xweser çend roj in kampîna vaksînkirinê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye. Peyamnêra K24ê li Amûdê jî îro diyar kir ku tîmên Wezareta Tendirustiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyê û bi hevahengiya ligel nivîsgeha Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) îro li bajarokê Amûdê welatî tên vaksînkirin.