Li Herêma Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 4302 kesan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 589 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 589 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 76 kes li Hewlêrê, 239 kes li Silêmaniyê û 225 kes li Duhokê, 39 li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan canê xwe ji dest dane, ku ji 1 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 791 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 171873

Mirin: 4302

Başbûn: 158624

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.