Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 27 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 4 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 5 kes li Kobanî, 2 kes li Reqayê, 5 kes li Tebqayê, 7 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 17946 kesan, ji wan 1817 kes baş bûne û 732 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.