Wezareta Tendirustiyê amarên Koronayê ragihand

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 610 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 610 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 610 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 192 kes li Hewlêrê, 246 kes li Silêmaniyê, 224 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 37 kes li Germiyanê û 6 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 710 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 210 kes li Hewlêrê, 229 kes li Silêmaniyê, 198 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 50 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 172483

Mirin: 4308

Başbûn: 159334

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.