Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 574 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 574 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 574 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 75 kes li Hewlêrê, 276 kes li Silêmaniyê, 180 kes li Duhokê, 38 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 616 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 198 kes li Hewlêrê, 219 kes li Silêmaniyê, 189 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 173871
Mirin: 4326
Başbûn: 161179
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.