Li Tirkiyê 91 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 91 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 91 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 255 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 5 hezar û 647 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 495 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 293 hezar û 627 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 6 hezar û 576 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 167 hezar û 350 kesan.