Li Herêma Kurdistanê 440 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 440 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 440 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 440 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 68 kes li Hewlêrê, 166 kes li Silêmaniyê, 180 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 717 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 206 kes li Hewlêrê, 229 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 65 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 174311

Mirin: 4331

Başbûn: 161896

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.