Li Herêma Kurdistanê 570 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 76 kes li Hewlêrê, 245 kes li Silêmaniyê, 216 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 778 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 291 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 192 kes li Duhokê, 12 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 174881

Mirin: 4339

Başbûn: 162674

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.