Li Rojavayê Kurdistanê 105 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 105 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 105 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 105 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 12 kes li Hesekê, 19 kes li Qamişlo, 7 kes li Dêrikê, 4 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 3 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanî, 24 kes li Reqayê, 20 kes li Tebqayê, 6 kes li Minbicê û 6 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18166 kesan, ji wan 1839 kes baş bûne û 741 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.